mistefa nerîman gêřayewe witî ḧeydire le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  835 views

mistefa nerîman gêřayewe witî:

ḧeydire le hewlêr ’emrî xway kirdibû, min le kerkûk bûm, destey mamostayanî suleymanî hatin bo kerkûk û pêkewe legeł mamostakanî kerkûkda çûyn bo hewlêr bo pirse, řojî sêyemî pirseke bû, emanwîst zû bigeyn, bo lay êware çûyne hewlêr, cêgay pirsekeman ne’ezanî, çûyne baregay partî bo ewey ewan bimanben, ke çûyn sałḧ şêre lewê bû, tozê lomey ewman kird ke bo çî telefonê şitêkî bo nekirdûyn ta êmeyş bimanzanyaye û zû bihatînaye? ewîş witî: «bira lome leser xotane, bo çî zû telefonê şitêktan nekirduwe bipirsin kê mawe?. kê mirduwe? ta minîş xeberim pê bidanaye».