ḧesen begî caf gêřayewe witî sałî 1930...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  501 views

ḧesen begî caf gêřayewe witî:

sałî 1930e, tofîq wehbî kirabû be mutesrefî suleymanî, feqê miḧemedî hemewen mudîrî naḧyey bazyan bû, desteyekî zor le suleymanyewe hatbûn be pîr mutesirfewe. yekêk lew kesane ke hatbûn ’izet topçî bû. ême hemû lay feqê miḧemed bûyn, qa’miqamî çemçemał be telefon be feqê miḧemedî wit ewaney hatûn be pîr mutesrefewe kê û kên? ewîş nawekanî yeke yeke daye, ta hate ser ’izet efendî, witî ’izet. qa’miqam pirsî kam ’izet? ’izet efendîş xoy řawestawe û bîreyekî sardî be desteweye eyxiwatewe, witî: «ba bêjîn ’izetî xuley fate dirêj», ’izet efendî emey le diła pê xoş nebû, bełam hîç dengî nekird. telefon daxrayewe û hemû danîştûyn çaweřêy hatnî mutesref ekeyn, feqê miḧemed řûy kirde ’izet efendî witî: «’îzet ewe çî exoytewe?», ’izet efendîş hîç sê û dûy lê nekird be dengêkî berz witî: «feqê miḧemed ewe coye to be kałî eyxoy min be teřî».