kabrayekî xełkî em kwêstane ke kurd bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  512 views

kabrayekî xełkî em kwêstane ke kurd bû, le baw û bapîryewe le şaqeła û bis û mewlana cêgîr bibû, carêk kurdêkî germyanî le zistana ebê be mîwanî. germyanyeke seyr eka wa lêjnedar xiraye naw agirdanekewe ełê: bexwa bira êwe lezet ewen lew dare wişke zengane. kwêstanyeke ełê: bo çi êwe nîtane? ełê newełła. ełê ey çî esûtênin? ełê: «bira şyake ekeyn we tepałe û eysutênîn». ełê: «ca bira bełkû eqłî biřî û sałî gûy nekird».