westa miḧemedî xeyat hebû le xaneqî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  809 views

westa miḧemedî xeyat hebû le xaneqî, xełkî suleymanî bû, pyawêkî qisequt qisenesteq bû. «ḧeseb beg» hebû her le xanqî be «ḧesen begler» be nawbang bû, le ’eşîretî «delo» bû, leber ewe xoy be serokî ’eşîret ezanî tozê beser xełkya hebû, kewawsełteyekî dabû be westa miḧemed boy bidûrê. ewîş her îmřo sibey pê kird. řojêk ḧesen beg be tuřîyewe eçête serî û bo ewe bîtirsênê ełê: «westa to nazanî min delom». westaş hîç lê nawestêtewe, pêy ełê: «begim to nazanî min yanze lom». ḧesen begler hîçî pê nawtirê.