şêx řeqîb hebû lew wiłatî akirê ye...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  573 views

şêx řeqîb hebû lew wiłatî «akirê» ye, em şêx řeqîbe xwardinî her goştî birjaw bû. xułamêkî hebû her be dû řoj berxêkî bo ser’ebřî û boy ebirjand û ewîş be puxtî eyxiward. řojêk şêx řeqîb xerîkî xwardinî goştî birjawî berxî ew řoje ebêt le gerûy egîrê û herçend eka naçête xwarewe. xułamekey bang eka û des eka be cinêwdan û pêy ełê to îmřo goşteket baş nebirjanduwe, ewete egîrête gerûm. ewîş her çend ełê yaşêx başim birjanduwe hîç natewawyekî nîye kełkê nagrê, şêx her cinêwî edatê û be demîşyewe le ḧeybetana ekokê. emca xułameke ełê: «bexwa yaşêx zor çakim birjanduwe, bełam ewende heye em berxe- ke min îmřo serim biřî- małî ḧełał û bê ẍeşî xot bû».