seydêkî ’erebî beẍdayî le suleymanî bû...
seydêkî ’erebî beẍdayî le suleymanî bû, nawî «seyd ḧentûş» bû, xot ezanî lew wiłate eger yekê be ’erebî qisey bikirdaye û zimanî ew zimane buwaye leser dest řa’egîra. ew kese pêşî ne’ekewt û le hemû dîwaxanêka le jûr hemû kesêkewe da’enîşt. em sey ḧentûşe leber ewe zimanekey ’erebî bû berberekanî legeł hemû kes ekird û ewaney zor şareza nebûnaye, eyanut eme hemû ḧedîsî pêẍembere em eyfermiwêt. çunke be zimanî ew qise eka. lemewe way lê hatbû emca berberekanî quř’anîşî ekird.
řojêk le lay şêx babe ’elî tekyeyî da’enîşêt û ełê xełk ełên hemû qur’an fesîḧe, eme wa nîye. şêx babe ’elî ełê kam şwênî fesîḧ nîye? sey ḧentûş ełê ew ayete ke le basî mîrata qise eka û ełî «wilîlzeّkerî mîsْlu ḧezîّ alْ’ewnْseyeyْnîArabic», wate bo pyaw dû beraberî jine. şêx babe’elî ełê ca nafesîḧîy em ayete çîye? we ebuwa be xeyałî to çon bêt? sey ḧentûş ełê eger bîwtaye «wil’ensî nisif alizkirArabic» baştir bû. şêx babe’elî bebê westan ełê: «axir ew wexte daykit eyut keme». seyd ḧentûş îtir řep řa’ewestê.