şêx îman hebû le sabłax maşełła lûtê...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
785 views
şêx îmam hebû le sabłax -maşałła- lûtêkî zor zilî pêwe bû, legeł řîşêkî pan û pořî tenkida. řojêk em îmame eçête małêk. ew małe kuřêkî biçkoley cwankeleyan ebê. kuřeke le xizmet şêxa be çoka dêt û zor be edeb da’enîşê û hîç cimucoł naka. şêx pêy ełê: «ya řebî kuřim ’emir dirêj bê! ewe hemû dem to awa be edeb û leser xoyt, bo çî bawik û daykit ełên haruhace?» kuřekeş ełê: «newełła qurban hemû wext wa nîm. ewe êsta daykim witî seyrî lûtî şêx ekey dest nekey be pêkenîn_başe_ kiroket dedemê».