mistefay xełkî mîrweys lew xware le...
mistefay xełkî mîrweys lew xware le hatuçoy germyana le dîwexanî şêxêkî ’erebda ebê. dest ekirê be qisey xoş û nukte gêřanewe û basî ziman û qisekirdin. qisekanî mistefa zor seyr û be dengêkî nêrî kurdane ebê. yekê le danîştuwekan ełê:
kuřîne êwe ezanin wextê ke xwa qewmekanî dirust kird, zimanekey beş kird be seryana û piřbepřî qewmekan derçûn, paşan qewmî kurdîşî dirust kird. eman hîçyan bo nemabowewe, hestan çûne lay xwa şikatyan kird û wityan ey beşe zimanî ême kameye? xiwayş witî: «taze zimanekanim beş kirduwe hîç bo êwe nemawetewe, hestin biçin be seryanewe bigeřên, heryeke, bełkû tozêkî lê bibçiřn û bîken be zimanêk bo xotan». êste em zimanî kurdîye ew gałegałye.
mistefa ełê: «bełê řast efermûy, ke çûne lay xwa, xwa fermûy zimanekan beş kirawin, bełam «mêşk»m hêştotewe bo êwe. «mêşk» eke hełgirin û bo xotan û sergułî zimanekanîş werbigrin. ewe leber eweye ke êwe beqed baskêk zimantan dirêje û ême gałegałman lêwe dêt».
ke em qiseye eka, kabray beramberî boř exwa û dîwexanekeş wirtey lêwe nayet.