sałî 1930 bû kuřêkim legeł bû feqê bira...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 13 minutes  786 views

sałî 1930 bû. kuřêkim legeła bû, «feqê biraym»y naw bû, dinya hawîn bû, řêman kewte «şedełe». ew serdeme şedełe naw û nawbangêkî hebû. «şêx ’ebdulkerîm» le şedełe û ḧacî şêx ’arf le «sergełû» da’enîştin. «ḧeqe» kan nawyan derkirdibû, pereyan sendibû bo ewberî «zê» û wiłatî kerkûk û suleymanî we bełkû nawçey pişder û mergeyan dagîr kirdibû. şedełe xoy řûbar û şîwêkî gewrey hebû, kewtibuwe cinûbî řûbareke, şîweke xaneqakey kerit kirdibû le gundeke. ême çûyne tekyekewe, tekye jûrî mizgewtêkî gewre bû, berheywanêk be berya kişabû, le tenîşt mizgewt û berheywanekewe be lay řojhełatewe serbanêk bû. emane hemû be xiştî kał dirust kirabûn, bełam leser şêwey şaristanî, berdem û dewruberîşî hemûy daristan û çiř bû, sofîyekan hemûyan řîşyan dirêj bû.

çêştengaw bû ême řoyştîn, çûyne xaneqa, şêx le małewe bû, ḧacî mela yusfêkî sûrdaşî hebû -ke le serdemî ’usmanîda qazî bû- zeman piştî tê kirdibû kewtibuwe şedełe, pyawêkî pîrî řîş sipî nûranî bû, małekey le gundekeda bû, bełam xoy zortir wextî le xaneqada řa’ebward, ew pîy xoş bû ke ême çûyn. legełman kewte qisekirdin û daxî dił hełřişitin, nîweřo nanyan bo hênayn, sofîyekan lew naweda her hatuçoyan bû, be çawêkî we nebê dostayetîyewe seyrî êmeyan bikirdaye, her beynê ne beynê yekêkyan mirqeyekî lêwe ehat û yekêkî tir we ya çend kesêkî tir pêkewe eyanut «ḧeqe». sofîyekan gencîşyan tyahebû, be dewrî xaneqada sofî afirtîşman berçaw ekewt.

kewte paş nîweřo û deme demî ’esir şiłejeyek peydabû, seyrman kird nizîkey ḧefta sofîyekî mergeyî peydabûn ke hatbûn bo małî şêx. hemû řîşdar řîşdar, her ke geyştine cê bû bir miřq û hoř û cezebe û herayek ewserî dyar nebêtewe, ewa êmeş le berheywaneke legeł ḧacî mela yusif danîştibûyn, eman ke hatin berheywan û jûrî mizgewteke piř bû. sofî tirîş le awayyewe hatin. mergeyyekan řankuçoẍe û pestekyan lebera bû. bedem cezebewe cinêw wekû baranî behar ebarî, ke yekêkyan cinêwêkî eda, ewan hemû eyanut «ḧeqe».

ême zor arezûy çawpêkewtinî şêxman bû, bełam şîx hêşta nehatbuwe derewe. qisekirdinî ew beyneman legeł ḧacî mela yusfida ewe bû ke çon twanîwyetî lenaw emaneda danîştuwe û da’enîşê? ḧacî mela bon kiřûzey le cerg heł’esta. zor zor dujminî ew kirdewaney ewan bû, bełam eyut: zeman û pêwendî mał û mindał, minî lem şedełeye bend kirduwe.

nwêjî ’esir her kes kirdî kirdî, her kesêş neykird, ewa hîç. sofîye mergeyyekan hemû be řîz le berheywaneke danîştibûn, sofî tirîş û hî awayîş leberdemî berheywaneke řawestabûn. jine sofyanî mergeyî legeł jinanî tira ewanîş lew lawe řawestabûn. emane têkřa cezbe girtibûnî hemû miřq û hořyan bû. ḧacî mela ewîş lew serewe danîştibû. min û feqê biraymîş tozê le lay ewewe belay pişt be qîbley heywanewe be tenîşt yekewe kizołeman kirdibû, be řastî lew dîmene etirsayn û çarîşman nebû. le naw sofîye mergeyyekana sofyekî girdepyawî řîş dirêj hebû pêyan ewt «dêwane ḧebîb». eme cezbe girtibûy û be berheywanekeda û benaw xełkekeda ehat û eçû û cinêwî eda. her ke cinêwêkî eda ewanî tir hemû eyanut «ḧeqe». ḧacî mela yusif qutuwe cigerekey le berdemî xoya danabû, dêwane ḧebîb çû dû cigerey lê hełgirt û hênay bo ême û witî: «im». lew kateda ke cigerekanî hełgirt ḧacî mela yusif seyrêkî kird û witî: «temaşa ke em mel’ûne». pena be xwa her ke ew emey wit çi qyametêk hesta. şiłeje kewte naw sofîyekanewe, yekêk witî: kafir! ewe welîye, çon pêy ełêy mel’ûn? yekê witî: dayelêt degêm her êsta wirgit dedřem û pelamarî xencerekey da. yekêkî tir destî bird xencerekey le dest send. dêwane ḧebîbîş her hatuçoyetî û emřiqênê û ełê ḧeqe. lem laşewe ême ke cigerekanî bo hênayn gwaye bew nyaze ke eme be zor hênawye û zorîş ḧerame û naştiwanîn werînegrîn, herwa leberdemî xomana damannabû, dêwane ḧebîb le hatuçokeya çawî pêkewt, çû şiqartey qutuwekey ḧacî mela yusfî hêna û hate berdemman şiqartey dagîran û witî: im dayelêtan degêm pê ken ḧeqe. emca ême îtir ewêrîn daynegrênîn? ewa cinêwêkîşman leser xward.

sofîyekan her xerîk qise witin bûn be ḧacî mela yusif. ḧacî mela yusfî hejarîş çuwete qulaxî xoyewe. yekê le sofyekan řûy kirde ḧacî mela yusif. witî: ehaw ehaw ser sipîyey řîş poze to be dêwane ḧebîb dełêy mel’ûn? dêwane ḧebîb xwaye, to çon wa dełêy? destî kird bem qisane û her neybiřyewe. herçende ew qiseyekî ekird hemû sofîyekanî tir be carê eyanut ḧeqe, ewendeman zanî dêwane ḧebîb çû be lay kabray sofîyewe destî girt û hełî sand, çuwe piştyewe şeqêkî zor nayabî tê hełda, bełam şeq, kabra witî ḧeqe. be şeq têhełdan birdî ta berdemî ḧacî mela yusif, ke şeqekey tê heł’eda, ew eyut ḧeqe û em eyut: «dayelêt degêm lo leser min dekeytewe?» herçî em eyut, ew her eyut ḧeqe. emca lew lawe be kut pêwedan hênayewe bo em ser û her çend kutî pêwe eda, eyut: «dayelêt degêm, to ku leser min we cwab dêyt?» ewîş eyut: ḧeqe û hemû sofîyekanî tirîş her eyanut ḧeqe.

paş ewe, ke dêwane ḧebîb hendê seg be ḧesarî bew kabra sofîye kird, kitupiř lew kateda kabrayek kerêkî dabuwe pêş û be berî berheywanekeda eřoyşit, dêwane ḧebîb ke çawî be kereke kewt le koł kabra bowe û çû bo lay kereke û witî: «ewa şêxî hat», ke emey wit hemû sofîyekan wityan: ḧeqe, emca çû be lay kerewe û destî kird be têhełdan û witî: «dayelêt degêm nuke dêyt? erêwełła ḧeqe». hemû sofîyekan wityan ḧeqe.

şêx ’ebdulkerîm çayçîyekî hebû, wa dêtewe bîrim ke mela ’ebdułłay naw bû, se’at nizîkey yanzey êware bû(be egerî zor katekey hełeye, çon detwanîn biłêyn yanzey êwarê?), hat witî be ême ke êsta şêx teşrîf dênêt dêm be şwêntana. zorî pê neçû hat, witî fermun bo lay şêx. hestayn le dergay heywanekewe çûyne serbaneke, hemû beřey tya řaxrabû, semawerêkî zerdî heşt terxan, qorîyekî ’ecemî be serewe bû, îstikanekan le naw sînyeka le berdemya danrabûn, dû sê doşekeyş lew serewe řaxrabûn, kesî lê nebû her mela ’ebdułła be lay semawerekewe řawestabû, małî şêx nûsabû be serbanewe, şêx ke le mał ehate derewe bo xaneqa lewêwe ser’ekewt, ême leser beřeyek lem lay doşekekanewe danîştîn, ha zorî pê neçû şêx derkewt be pê pilîkanî małekey xoyana serkewt bo serbaneke,.şwênî serbaneke wabû sê lay be dîwarî jûrî xaneqa û berheywan gîrabû. layekî çoł bû, ewîş ḧewşey małî şêx bû, ke ehat kesî tir bêcge le hî serban çawî lê ne’ebû.

ke şêx hat ême řast bûynewe. şêx ’ebdulkerîm pyawêkî kełegetî bałaberz û nawşan û sing pan, temenî ew serdeme çil û pênc sał ebû, çaw û biroy gewre, řîşêkî řeşî qetranî, tengî be nawkî hełçinîbû, cubyekî qaweyî awełdamanî kirdibû beser kewa û sełtekeya, mêzerêkî gewrey sipî şêxaney bestibû be serewe, beřastî ’însanî wa cwan û bedîmen û şayanim kem carî tir çaw pêkewtuwe.

her ke hat selamêkî kird û çuwe ser doşekekey serewe danîşt, witî bexêr bên feqêyne, ême îtir le şwênekey xoman danîştînewe, witî: lewê damenîşin fermûne ser doşekeke le tenîşt minewe danîşin, êmeş çûyne ew şwêne û mela ’ebdułła çay têkird, hênay bo her sêkman. paşan be mela ’ebdułłay wit ke ḧacî mela yusfîş bang bika, ewîş hat danîşt. sofî pêyan zanî ke şêx le mał derkewtuwe û hatuwe lewê danîştuwe, bû be mirq û hoř û hera, pelamarî serbanyan eda, bełam řêga nebû bên. cinêwyan be dem cezebewe eda wekû gełay dar. yekê eyut dayelêt degêm çima xot şardîtewe? yekê eyut: oho řîş kilke kisok le dînit bem, yekê eyut çima dernaçît? her ebê le... jinit berim, lem core şitane her zor zor. lem wexteda ewem hatewe bîr le ke le şwênêka segeł dewrî małêk eden û řêga nîye biçne jûrewe bo kabray ẍerîb bîxon. her pelamarî dar û dîwareke eden, eweşim be lawe wabû.

şêx em hemû şitaney gwê lê ebû, serî daxsitibû, bedem serdaxsitinewe wirde wirde qisey bo ême ekird. emaney be lawe şitêkî wa nebû, way pîşan eda ke emane cezebey sofêtî girtûnî û agayan le xoyan nîye. min ew wexte tozê zîtełe û qisequt bûm, xomim pê řanegîra witim ya şêx eme çye, çi ḧałêke? witî: řołe eme le ḧałî cezbedan. ew qisane ke eyken agayan le xoyan nîye. witim ya şêx eme meseley yek kes û dû kes nîye, emane hemû ew řêgaye ke girtiwîtyane, we nebê řêgayekî baş bê, dûr nîye le encama xiraptir bibin, to îşêkî wa bike ciłewyan bigrewe. hendê qisey kird min her bom neselmand.

katî bangî şêwan hat bangyan da, şêx hesta řûy kirde jûrî mizgewteke û êmeş hestayn, her ke derkewt bo jûrî mizgewt pena be xwa bû be çi qyametêk? le denge dengî sofî û sofî jin ew nawe bû be řojî qyamet. ewem le bîr nebû bîłêm, pêşûtir her kes her cwênêkî eda be carê ewanî tir eyanut «ḧeqe». yekê teqey le şitêkewe bihênaye be carê sed kes eyut ḧeqe. ser le êware bû, ker eyzeřan eyanut ḧeqe, be kurtî her kes her şitêkî bikirdaye û her şitêkî butaye ewanî tir eyanut ḧeqe, yekêk sebîlî ekêşa yekêkî tir eyda be jêr destya eyut ḧeqe.

xêra şêx witî: qamet biken, yekêk qametî kird û şêx xoy pêşniwêjî kird. her ke ew witî: «alilh akbirArabic» hemûyan wityan ḧeqe. mizgewteke gewre bû, piř bû. emca ke ewanîş nîyetyan hêna le nwêjekeda nîzamî nwêj nema. yekê lew peřewe mirqeyekî ekird yekê lem peřewe eyut ḧeqe, hî wa hebû le řîzêkî dwatrewe bû, şeqêkî lewey berdemî xoy heł’eda, eyut ḧeqe,. sofîyek le pişt şêxewe bû, le nwêjekeda şeqêkî le şêx hełda, hemû řîzî pêşewe ke çawyan lê bû wityan ḧeqe, ewanî tir ke gwêyan lemane bû ewanîş becarê wityan ḧeqe.

bem core nwêjî şêwan kira şêx gurc geřayewe bo serbaneke, êmeş zû geřaynewe, bełam min zor etirsam û zorîş lem karesate diłgiran bûbûm, ha xeyał nekey şeqyan tê hełnedabûm, bełam le şeq têhełdan etirsam. ke hatînewe witim yaşêx bexwa eme ḧał nîye. şêx emcare ewey dirkan, witî: «kake feqê ledest derçûn û çar nakirên».

nanyan hêna, nanman xward, nwêjî xewtinanîşman wekû nwêjî şêwan kird, paşan çuwewe bo małewe be mela ’ebdułłay çayçî wit: mela ’ebdułła agat lem feqêyane bêt. ke şêx çowe, mela ’ebdułła hat danîşt û çaşî bo hênaynewe. le derewe denge dengî jin û pyaw her zor zor berz bowe witim: ewe çîye? mela ’ebdułła witî: ewe sofîyekan şuẍił eken. şuẍłeke ewe bû jin û pyaw têkeław ebûn û hay huyan ekird gwaye eme zîkir eken, bełam ewan pêyan ewt «şuẍił».

emca hendê serim xiste ser mela ’ebdułła eme çon wa ebî to lay xot melayt, key eme be çaw dînewe diruste? witî: to wa mezane, ewe her be dû kes kêwêk le beynyanaye. leşî hîçyan nakewê lewî keyan û hîçyan gwêyan le dengî ewî keyan nîye. ḧacî mela yusfî hejarîş wexte bû şeq berê, ew zû hesta be her cor bû çuwewe bo małî xoyan. maynewe ême û mela ’ebdułła, mela ’ebdułła her lew serbane cêgay bo çak kirdîn bo nustin, hemû derkey em la û ew lay daxist, sofî pelamaryan edayn carcar be cinêwdanewe, bełam řêga nebû bên.

ełêm nustîn, bełam nustinî çî, ew şewe ta beyanî xew bêt û neçuwete çawî ême, hem le tirsî pelamardanî ewan, hem le dengî mirq û hořyan. wekû bom derkewt eger ber pelyan bikewtînaye parçe parçeyan ekirdîn, çunke ême feqê bûyn û ewan cezbe girtibûnî. ew şewe dengî ḧeqe eçû be asmana, dirzêk hebû be dîwareke lewêwe seyrman ekird be nawî zikir û cezebewe heł’epeřîn û pelamarî yekyan eda û eyanut ḧeqe. sozîşyan be demewe ekird, çawim pê kewt pyawî pîr û jinî pîr řûbeřûy yek destî yekyan girtibû heł’ebezînewe, bew core zîkiryan ekird û eyanut ḧeqe, bełam şitî tirim lêyanewe nedî. le naw ewana wa biławbû eger jin û pyaw le baxełî yeka bixewn, kêw le beynyanaye. beyanî pêş ça xwardin bebê ewe şêxman çaw pê bikewî şedełeman becê hêşt.