sałî 1932 bu bo yekem car řadyo...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1014 views

sałî 1932 bû. bo yekem car řadyo hate şarî suleymanî. ew çaxaneye ke pêyan ewt çaxaney «ḧeme řeq» û şwênekey lem lay esḧabespî û leser bazařî kurtandûrekan bû. cadekey mełkendî le serewe ehat be berdemya û eçû bo bazař. le dwayîda maweyekîş ew çaxaneye «mecolî xame»y beserewe bû.

ca xawenî ew çaxaneye yekem kes bû ke řadyoy hênaye şarî suleymanî û le çaxanekey xoya dayna. lew serdemeda řadyo we ya biłêyn êstigey řadyo, her be êwaran îşî ekird. hera kewte suleymanîyewe ke şitêk hatuwe qise eka û le řwałeta hîç zelamîş nîye. her le paş bangî şêwanewe pyawanî suleymanî le mełkendî û serşeqam, kanîskan û sabûnkeran û dergezên û goyjewe boy ekşan bo ew çaxaneye bo seyrkirdnî em moczeye ke hatuwe, sa kê pyaw buwaye zûtir biçuwaye cêgay xoy bigirtaye. ne kursî çaxane cê ebuwewe, ne ser erzeke cê ebuwewe, êqî edayewe bo ser cadeke, derzît hełxistaye ne’ekewte zewî.

mocze ekewte kar û be zimanî ’erebî qisey ekird. xo kes lêy têne’egeyşit, bełam dengêkî lêwe ehat, xełkeke lewe waqyan wiřmabû ke em denge çîye lew dare řeq û teqewe. yekê eyut zelame le nawya qise eka, yekê eyut eme siḧir û caduwe, zorîş le ser ewe bûn ke ew qiseye «mîl»e sûreke eyka. ewe êsta min ełêm «mîl», egîna ew wexte be mîl naw ne’ebra bełkû be «masî» nawyan ebird. axir biřyarî zortirî xełk hate ser ewe ke ew denge dengî ew masîye sûreye û ew masîyeye qise eka. eger le êmeş epirsî êmemenan leser cadekeş cêgaman ne’ebuwewe.