mela eḧmedî berwên hebû ke be mela...
mela eḧmedî «berwên» hebû ke be «mela qweysen» nawbangî derkirdibû. destî şa’rî hebû, egeřa be nawî ew ’eşretî qwayî û bawecanyeda, biçwayete dîwexanî her kwêxayek kwêxajin leber ewe newek mela qweysen be şi’ir naw û natoreyan lê derênê, xizmetêkî zorî ekird.
řojêk ewa deme demî ’esre û şeste baran řehêłe eka, eçê bo binkeyekî bawecanî. her le dûrewe le awayyewe çawyan pê ekewê û eynasin ke eme mela qweysene. xeber eden be małî kwêxa ke wa mela qweysen hat, kwêxa le małewe nabê, jin lerzî lê dê ke êsta ne nîweřoye û ne êware, hîç ḧazir nîye. çon mela qweysen beřê ka? eger başîş xizmetî neka zimanekey şiře, lewaneye ḧeyayan berêt. ta em xerîkî em fîkirkirdineweye ebê, mela qweysen le dergay dewarewe ser eka be jûra. kwêxajin eçê be pêşwazîyewe, ’ebakey lê estênê û eyka be singî dewarekeda. agirdanî agir ekatewe, ḧewcoşî exate la û her be dewruberî melada dê û be marîfet nwandin mela lewane nîye şew bimênêtewe. kwêxajin eçî teşbyekî gewre hengiwîn dênê, dû çingî çakî kerey exate ser, legeł destebereyek nanî hewramîda boy da’enê, pêy ełê: le řêgawe hatûy, dinya sard û barane, řengibê birsît bê. carê tozê lem hengiwîn û kereye bixere ber diłit. bo êwareş xirtêk ekujînewe. eşzanê mela namênêtewe bo êware, bełam em hemû mastawkirdine her bo eweye ke mela zemyan neka.
mela leber ewey birsî ebê ewende hengiwîn û kere exwa, heta le lûtî dêtewe û hengiwîn eygirê, řep lêy řa’ewestê. le paş maweyek tozê dêtewe ser xoy û ełê ’ebakem bo bêne eřom, kwêxajin ełê bequrban çon eřoyt? to fermû bereketit hênawe, ebê îmşew lêre bît, kwêxaş dêtewe le xizmetta ebê. ełê ’ebakem bo bêne, ebê biřom, em şi’reş bide be kwêxa:
me’nakey eweye, ełê: «be parûyek hengiwîn henasey lê biřîm, awî sardî da be gunmewe». emeş îşareye bewe mayn dête fał, byanewê êstirî bibî nêrekerî exene ser. ca eger ewe nêrekere zor lêy peřî, dên awî sard eken be kêr û gunya, bo ewey îtir lêy nepeřê. wa dyarbû kwêxajin em hemû mastawey bo mela qweysen kird hîç kełkî nebû.