mela marfî koyî lew mukiryane segêkî hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  841 views

mela marfî koyî lew mukiryane segêkî hebû, zorî xoş ewîst, bo her kwêyek biçwaye segekey be şwênewe bû. em xoy çî dest bikewtaye beşî ewîşî eda. bekiraẍa hebû le «qebakendî» řojêk pêy ełê mamosta em seget bo çi ewende xoş ewê, legeł eweşa giławe? ełê: «biram şeřî xoym lê la eda. şeřî xełkim lê dûr exatewe, leser şitêkî zor kem kilkesûtêm bo eka, beyanî û êware pasewanîm eka, le naw hemû ḧeywanêka hemû dem legełmaye, le hemû kes xoştirî ewêm, dûzmanîm legeł naka, le paşemle basim naka». bekiraẍaş ełê: «birya mamosta min ew sege bûmaye û to wesifit bikirdimaye we ya to ew sege bûytaye ke ew wesfaney tyaye».