kuřêk hebû nawî dwabřaw bû le bawkî...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
957 views
kuřêk hebû nawî «dwabřaw» bû, le bawkî tûře bûbû, hemû carê qisey xirapî pê’ewt. bawkekeşî şikatî le lay xełk ekird. xełkekeş be kuřekeyan ewt: bo çi way legeł ekey?, bawkite ebê xizmetî bikey û legełî çak bî. ewîş witî: ḧeqî kuř leser bawik çîye? eyanut: «nawêkî baş binê, xeteney bika, sereta jinêkî tozê binemałeş bênê bo ewe ewladekey baş bê, paş emane qur’anîşî pê bixiwênê». kuřeş witî de hîç yek lemaney legeł min nekirduwe, nawim dwabřawe, daykim têhełdirawe, hîçîşim pênexwêndirawe.
emca xełkeke wityan be bawkeke, ke wate wazî lê bêne.