mela ḧememîne şête le suleymanî carêk...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
816 views
mela ḧememîne şête le suleymanî carêk kuřukał hełî exřênin û eyben bo kanî doman. ke egene ewê, eyanewê kewşekanî lê bidzin bo ewey lem řwewe seyranêkyan bo dirust bibê. darêk lewê ebê ełên kê etwanê biçête ser em dare? xełkeke yeke yeke ełên wełła kes natwanê, emaneş mebestyan eweye ke bełkû mela ḧememîn biłê min etwanim, emca bînêrne ser dareke û kewşekanî lê bidzin.
sere dête ser mela ḧememîn, ełê desa wełła min etwanim, ełên: de yałła. ewîş çakî eka be lada û kewşekanî da’ekenê û eyka be ber biştênekeya û be darekeda heł’eznê. ełên ewe kewşekanit bo kwê ebey? ełê: «axir newek lewê řêgeyekim destikewê bo xaneqay mewlana, her lewê kewşekanim bikeme pêm biřomewe, îtir bo çi bêmewe xwarewe».