kabrayek lew berkêwe jinêkî hênabû jine...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  866 views

kabrayek lew ber kêwe jinêkî hênabû, jine le paş sê mang xułamêkî toy bû. pyawe serî suřma witî afret eme çîye? jine witî: pyaweke hîçî têda nîye were ḧisabit bo bikem. pyawe witî bełê. jine witî: eme sê mange şûm kirduwe be to biłê bełê. witî bełê. emeş sê mange sikim piře biłê bełê. witî: bełê. witî: eme no mangeke. pyawe witî: wełła afret hîç ’eqiłim bew wirde ḧisabe neşkawe.