mela kerîmî byare gêřayewe witî ewa le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1254 views

mela kerîmî byare gêřayewe witî:

ewa le suleymanî le mizgewtî babe ’elîda kořêkîn le melakanî binarî hełebce danîştûyn, ewendeman zanî kabrayekî řûtełe le dûrewe hat, řûy kirde kořeke. şêx nûrî babe ’elî witî be melakanî berî hełebce û byare, êwe her ełên ême be hoy şêxanî byare û tewêłewe le keşif û keramet tozê têgeyştiwîn, êste min ne lew şêxanem û ne hîç, legeł eweda kerametêkîştan bo enwênim. witî, witman çon? witî: em pyawe wa le dûrewe derkewt tełaqî kewtuwe û tełaqekeşî çak nabêtewe.

witî: kabra geyşte cê û řûy kirde şêx nûrî, witî qurban tełaqim xwarduwe û hatûm bom çak keytewe witî, witûte çî? witî witim her sê tełaqim kewtibê û be hîç şêx û melayek çak nebêtewe. şêx nûrî witî bawkim tełaqit hîçî beser hîçewe nemawe, wekû xot witûte be hîç şêx û melayek çak nabêtewe. kabra be henase sardî hesta lêyda řoyşit. witî le paşa pirsîman şêx nûrî ewa be keşif û keramet zanît em kabraye tełaqî kewtuwe, ey be çîda zanît çak nabêtewe? witî: «kewakey şiř û tîlme tîlme bû».