şêx mistefay qeredaẍî le muteseřîfî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  652 views

şêx mistefay qeredaẍî le mitseřîfî kewtibû, xerîkî miḧamat bû. řojêk le beẍda le kořêka derdedił eka le îşî ḧukmet ke nařwa. «mela ḧewêz’aẍay koyî» ş ew serdeme na’ib bû, le kořekeda bû, řû ekate şêx mistefa ełê: «axir qurban ew serdeme ke cenabit «muteseřf» bûyt le hewlêr, êmeş her waman ewt keçî to etgirtîn û le bendîxanet tund ekirdîn». şêx mistefaş ełê: «êsta ezanim ke ew wexte êwe řastitan ekird».