nasredîn şa xeyatbaşîyekî ebê le taran...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1079 views

nasredîn şa xeyatbaşîyekî ebê le taran, ebê be saqey to, xeyatekanî sine le mizgewtî «pîr’umer» pirsey bo da’enên. kabrayekî kurtandurîş pestekêk leber eka û sûjnêk eka be pestekekeya û kiştekêk exate em la û ew lay milî û eçê le jûrî pirsekeda da’enîşî. yekê le xeyatekan emey pênaxoş ebê, pêy ełê: heste biçûre derewe. ewîş ełê: «binîşim be sekîne xanmî jintewe! bo çî êmegel ehlî teqeł nîn?»