feqêyekî xełkî sîsaway xoşnaw hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  848 views

feqêyekî xełkî «sîsawa»y xoşnaw hebû, her eyxiwênd û hîç fêr ne’ebû, pêyan wit: ke waye boç waz nahênî, ewîş witî: «her dexînim, her dexînim ta degeme şerḧ ḧeqaydan, çim zanî,çim zanî, çim nezanî degeřêmewe ser ḧewamlan. dîsan her dexînim, her dexînim ta degeme şerḧ ḧeqaydan, çim zanî, çim nezanî degeřêmewe ser ḧewamlan. emcareş her dexînim, her dexînim ta degeme şerḧ ḧeqaydan çim zanî, çim zanî, çim nezanî be saqî kêrmewe».