ḧesen begî ’elî begî caf boy gêřamewe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1180 views

ḧesen begî ’elî begî caf boy gêřamewe witî:

pyawêkî tawegozî lay ême ke nawî ḧememra bû, be karwan řêy ekewête hełebce, eme yekem care ke řêy ekewête şarewe, be ber dukanî sertaşêka tê’epeřî, ezanê lem şwêneda ser etaşin, ełê wełła ser û řîşim hatuwe ba biçim yekcar lêre bîtaşim û ew wexte biçmewe.

eçête dukaneke, kabray sertaş leser eskemlî day’enê, xawlî exate ber berokya û ser û řîşêkî puxtî bo etaşê, paşan xawlî řa’eweşênê û ełê mubarek bê û ḧememradîş heł’esê û ełê: «xwa sewawit binûsê» û milî řê egrê û dêtederewe, kabray sertaş ełê: bo kwê? bêne parey sertaşîneke. ełê: parey çî? ey min nemut xwa sewawit binûsê. kabra ełê: xwa sewawit binûsî çî? bêne parey sertaşîneke. lem qiseyek û lew qiseyek ebê be şeřyan û têr leyek heł’eden.

sey meḧmû witî: ḧememra le paşa xoy em karesatey gêřayewe, witî: witim: ḧememra řast řast kamtan serkewtin? witî: wełła sey meḧmû ew le şeq têhełdana le serewe bû, bełam min le lêdan û şepazlileda her fire fire le serewe bûm! qisey min leser emeye: řaste lew ladêyaney kurdewarîyda yekêk kafirmanêk egrê be destewe, her kese dêt xoy exûsênê û ewîş serî etaşê, paşan em ke heł’estê ełê: xwa sewawit binûsê, îtir parewmare le nawa nîye, dîsan şarîş le şeqa le pêşin, ladêyî nazanê şeq buweşênê, şeq her le naw ewana baw nîye.