dû kiçî sere lew sere danîştibûn lebeyn...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  959 views

dû kiçî sere lew sere danîştibûn le beyn xoyana derdedił û řaz û nyazî xoyan bo yek heł’eřişt û egêřayewe, yekêkyan be wî keyanî ewt: erê tuxwa kiçê bo mêrd nakey be ’emedî wetmanê? emîş witî:

«wełła xuşkê eger ’emdî witmanî tozê law çaktir û nextê dewłemenditir û çikê poştetir û pêçê wecax zadetir buwaye mêrdim pêdekird, belanî kemewe degeł eweş ke emaney nîye, her dawaşî bikirdimaye şûm pêdekird, bełam naşukurî nebê le ’astî min bûyte dîwarî qaymî çi qisan naka?»