kak hejar gêřayewe û witî cehangîr aẍa...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
1178 views
kak hejar gêřayewe û witî:
«cehangîr aẍay» deweşarî pyawêkî cwan û kełeget û şox û şeng bû, řojêk eçête «wirmê» leser cadeyeka seyr eka wa afretêkî paşeł gerdełî derpê tengî simit piř le pistan le pêşyewe eřwa, emîş şwênî ekewê. le paş maweyek le piştewe destêk bo afreteke eba. afret egeřîtewe ewey bişê û neşê le cinêwdan le fezî’et be cehangîr aẍa hîç dirêẍî naka. emîş hîç deng naka ta ew be tewawî mandû ebê, emca pêy ełê: «bexwa daykim toyş heqte, min leber qerzarî û perêşanî xoyşim nazanim çî ekem».