taqîkirawekanî kurdî

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 14 minutes  1728 views

kurd tûşî «zerdûyî» ebê bemcore dermanî eken:

em zerdûyye le dîwî naweweye û le derîşeweye. beşî dîwî nawewey bem core dermanî ekirê:

«ehênin de misqał tûtin eken be sê beşewe, her beşêkî ekene piryaskeyekewe û eybestin. emca kûpê şîrî manga dênin û yekê le piryaskekey tê exen û şew leber samał day’enên ta beyanî. beyanî dênê piryaskeke cwan cwan egûşêtewe naw şîreke ta be tewawî tûtneke tam edatewe naw şîreke û piryaskeke fiřê eda û kupe şîreke exwatewe. bemcore le derdî nawewey zerdûyyeke řizgarî ebê.

- ełên «şîrey espenax» legeł şekir têkeław bikirê û bixurê bo laçûnî zerdûyî be kełke.

- ełên yekê «genekewełe» bêgezê, şûtîyekî sûrî geyştû bênin bîken be dû kertewe le paş ewe ke hełkołra, awekey bigirin û bîkene naw yekê le kertekanewe, emca bênin ewendey şîrî «xuşlîk» têken ke řengî awî şûtîyeke bigořê û bîka be dû řeng, paşan bîxwatewe çak ebêtewe.

- ełên yekê «giřifit»y kirdibê şîrî «xuşîlk» legeł ardî co bikirê be hewîr û paşan bîken be ḧeb, dû sê ḧebî lê bixiwa çak ebêtewe.

- ełên: yekê taze seretay «gocî» (îflîḧî, şelel)y bê bênê biřkê «qang» - wate biřke teřekey ewey ke towî qang egrê - cwan cwan bîkułênê heta xest ebêtewe. emca hełîswê lew cêgeyey ke nexoşîyekey tuş buwe çak ebêtewe.

- ełên birinc ke eykułênin bo «piław» ew awey ke day ehêłn mindałê kokey hebê ew awey bidenê kokekey nerim ebê û çak ebêtewe.

- ełên: yekêk ke tûşî «koke řeşe» bû, qelebaçkeyek bênin le paş ewe ke kujra be peř û goşt û îsqanewe bîkutin cwan cwan, paş ewe bîkułênin ta tewaw wekû me’cûn tozê awî lê peyda ebê. ew awey biden be kokeřeşdareke çak ebêtewe.

- ełên: yekêk qirjał gazî lê bigrê ta ker le beẍda nezeřênê berełay naka!

- ełên: her kes zor tezbêḧî «yusir» hełbigrê wecaxî kwêr ebê.

- ełên: har çawî be aw bikewê hartir ebê.

- ełên: goştî ga ke her nekuła tozê çay wişk ekene na mencełeke day’eřzênê.

- ełên: mar keře û dûpişk keře.

- jinanî kurdewarî ełên bitewê bizanî çi kiçêk beserubere bo mał û gurc û goł û małdarî kere bo mêrd, le katî nanxwardna seyrî bike: eger gurc û goł bû le nanxwardna ewa afretêkî tewawe; eger xaw û xilîçk bû ewe be kełkî mał naye.

- ełên: eger bitewê cwanî û ziman şîrînî jin taqî bikeytewe lew wexteda ke beyanyan le xew heł’esê seyrî bike eger cwan bê derekewê, eger ziman şîrînîş bê her derdekewê.

- ełên: qariçkî «kema» bênin wişkî kenewe paşan legeł şekirda bîhařnewe. ew kesey kirmî heye beyanyan le xurênî lê bika be keflemewe bîxwa hemû kirmekanî exa.

- ełên: yekê meqest bida be dest yekêkî tirewe nakokî û naxoşî ekewête beynyan. ca bo ewe eme řû neda, dênê ew kesey ke miqestekey be desteweye û eyewê bîda bewî tir destî heł’egêřêtewe, meqesteke exate ser piştî destî, înca ewî ke hełî egrê.

- ełên: meř ke be co bikewê -wate coy zor bixiwa û bîgrê- bixrête naw awewe çak ebêtewe û berî eda.

 

- le barey «kemtyar» ewe ełên: sałî nêre û sałî mê. dujminayetîyekî pîs heye le beynî ew û segda, tenanet eger sêberî bikewête ser seg le tirsî ewe ke newek bîxwa řa’ewestê!

her kes zimanî kemtyarî pê bê seg pêy naweřê. zimanî beser dergay małêka heł’ewasin ke ew małe şadî û zemawindî têda bê hîç bişêwîyek lew şadîyeda peyda nabê.

her kes «kełbe»key hełgirê û pêy bê hîçî le fêr naçê.

eger «dił»ekey bikirê be mindała ew mindałe zîrek der’eçê û zû fêrî şit ebê.

eger «mêşk»ekey bihênrê be biroda her kese ew xawen biroye bibînê xoşî ewê.

destî řastî eger jin le wextî mindałbûna bîbestê be qołyewe be asanî mindałekey ebê.

«çemołe»key eger be her darêkî berdara hełbiwasrê melî zyandar tuxnî ew dare nakewê.

«kuz»y û pêstî nawkî be lay her pyawêkewe bêt her jinêk seyrî bika ’aşiqî ebêt û herweha be lay her jinêkîşewe bêt her pyawêk seyrî bika ’aşiqî ebêt.

eger pêstî kemtyar bikirê be bêjing û genmî pê bibêjnewe ewe ew genme ke kira be «to» û çanra ne kule tuxnî ekewê ne teyr û tîwir.

«pişqil»y kemtyar legeł řonî «as» da têkeław bikirê serî bê tûkî pê bihenûn tûkêkî cwan der eka.

 

ker

- ełên: ker ke destî kird be zeřîn seg piştî dête jan.

- ełên: eger ker zor zeřî, şitêk bi’axnine gwêyewe îtir nazeřênê!

- ełên: eger berazî tînû bixene ser ker - wate bîken be barî - her ke kereke awî xwardew berazeke etopê.

- ełên: eger yekê xewî lê nekewê

- wate dije xew bê - didanî ker bixate jêr serî xewî lê ekewê!

- ełên: eger jinêk şîrî kem bû «sipił»y ker wişk bikatewe û bîhařê û goy memkî xoy pê bihenwê şîrî zyad eka!

- ełên: ker lew wexteda ke ezeřênê eger berdêk bibestin be kilkyewe, îtir nazřênê.

- ełên: eger mindałêk zor girînok bû parçeyek le pêstî nawçewanî ker bikirê bew mindałeda îtir nagrî.

- ełên: eger yekê xwênî lûtî pija û her newestayewe hendê sirke bikirê be ser tersî kera û ew kese bonî pêwe bika xwênekey ewestêtewe.

- ełên: eger yekê dûpişk pêwey bida berewaje swarî ker bibê janekey namênê.

 

řêwî

- ełên: eger şwênê kotrî zorî lê bû wîstyan kotrekan biřon serî «řêwî» yek lew şwêne dabnirê îtir kotrekan eřon.

- ełên: eger yekê «fê»y lê bû zirawî řêwî bênin serêkî bixene naw lûtî kabray fêdarewe û fû bikirê beserekey tirya îtir carêkî ke ew kese fê naygirêtewe.

- ełên: xwardinî goştî řêwî bo «gul» başe; wate le kołî ekewê.

- ełên: eger yekê cimgekanî janî kird, pîwî řêwî bitwênêtewe û ew cimganey pê bihenûn çak ebêtewe û janî namênê.

- ełên: eger hêlkey gunî řêwî bikirê be şwênêkî mindała - hełbiwasrê

- ew mindałe zor bebê azar dan der eka.

- ełên: eger be xwênî řêwî serî mindał bihenûn serî mû der eka, eger keçełîş bêt.

- ełên: eger kełbey řêwî - wate danekanî tenîştî - hełbiwasrê be fêdarda fêyekey le koł ekewê.

- ełên: eger yekê sipłî hebû azarî eda, sipłî řêwî bixate ser, le kołî ekewê.

- ełên: eger yekê gwêy hat jan, pîwî řêwî bitwênnewe û têy ken janekey eşkê.

- ełên: eger yekê azarî sipłî hebû tozê le diłî řêwî têkeław bika legeł be endazey misqałê şerab û bîxwatewe azarekey le koł ekewê.

- ełên: eger yekê mêşkî řêwî legełî «weres»weres: gyayeke zortir le yemenda eřwê. towekey wekû towî kuncî waye, ke geyşit şeq eba û hewday wekû ze’feranî lêwe der’eçê. bew hewdayane şit řeng ekirê. têkeław bikirê ew kese ke serî kiřêjî heye ya zînekey heye, ya keçełe, ya mûy eřzê bew dermane bîhenwê ewaney hemû le koł ekewê.

 

gurg

- ełên: eger serî gurg hełbiwasin bew şwêneda ke kotir û pelewerî lêye ne pişîle û ne de’bay tir naçête ew şwêne bo xwardinyan.

- ełên: eger yekê kełbe ya çaw ya pêstî gurgî pê bê zał ebê be ser dujminya û hemû kesîş xoşî ewê.

- ełên: eger kilkî gurg le «kadan» da bê ne ga, ne ker, ne meř û bizin naçin bo xwardinî ew kaye

- ełên: eger pêstî gurg û meř pêkewe kobbinewe hemû tûkî pêste meřeke heł’ewerê.

- ełên: eger yekê bîka be ’adet û her le ser kewłî gurg danîşê tûşî kołinc nabê.

- ełên: eger pêstî gurg bikirê be tepił, ew tepłe le naw her çend tepłî tira bê ke lêdra hemû tepłekanî tir edřên!

- ełên: eger yekê tûşî «mewerze» bû be pîwî gurg xoy bihenwê ew derdey le koł ekewê.

- ełên: eger yekê fêdar bû çawî gurg hełbigrê legeł xoya fêdarîyekey le koł ekewê.

- ełên: gwêy gurg wirde êskî têdaye wekû tersî ga û wiştir. ca eger yekê didanî hate jan lew wirde êske bihênrê be didanya janekey eşkê.

- ełên: eger tozê le zirawî gurg legeł tozêk hengiwînî agir nedîwda têkeław bikirê û bihênrê be çawa, şewkiwêrî û kem ḧukmî çaw la’eba.

- ełên: eger kilkî gurg be nawî afretêkewe girê bidrê ew afrete kes natwanê biçête lay ta ew girêye nekirêtewe; wate kabra ebestirê.

- ełên: gurg ke birîndar kira û xwênî lê hat û înca řoyşit, gurgî tir ke çawyan pêkewt eyxon.

- ełên: eger tûşî řewe gurg bûyt û pelamaryan dayt îşêkî wa bike yekêkyan lê birîndar keyt. her xwênî lê hat îtir gurgekanî tir ber ebne ew, ew exon û waz le to dênin, bew core to řizgarit ebê.

- ełên: yekê ke berd le mêzełdanya bû gułî genmeşamî bo bikułênrê wekû ça bîxwatewe berdekey namênê.

- ełên: eger yekê xwênî lûtî pija, bon be tersequlewe bika xwênekey ewestêtewe.

- ełên: ewî «agire» yetî estê bênin û kabrayek ke gurgî kuştuwe -be kurdî ełê ebê be destî bê- bênê piř bika le awî simaq û bîpirjênê bew şwêneda ke agirekey lê hatuwe. paşan be berd û estê le ber birînekeda berd û estêyek hełbika, pizîskî perd û estêkey lê bikewê îtir çak ebêtewe.

 

- ełên: ew mindałey ke tûşî «xerkane»y ebê jinêk ke be destî bê bênê parçe kaẍezêkî şînî şekir exate ser nawçewanî mindałeke û «’eqîq»êk germ eka û eyxate ser kaẍezeke xerkaneke wişk eka em îşeş ebê le řojî çwarşemmeda bêt.

- ełên: ew mindałey tûşî birînî agire ebê, bênin co le ser sac bisûtênin, paşan simaq nawkekey lê bikirêtewe, twêkłe turşekey legeł ew coye sûtaweda pêkewe byankutin û lêy binên çak ebêtewe.

- ełên: eger yekê çawî jan bika û bi’awsê û aw bika, bez û goşt pêkewe bikutin û bîxene serî çak ebêtewe.

- ełên: eger yekê çawî têk biçê û jan bika bi’awsê «ser twêj»y mast bixene ser loke û şewê le katî nûstinda bîxene serî çak ebêtewe.

- ełên: eger yekê çawî têkçû bênê sergułî - ke lê enrê - lenaw jêr pyałeyekda sardî katewe dû sê car her care yek dû diłopî têka çak ebêtewe.

- ełên: eger yekê çawî têkçû

«tiłpe» çay bigûşê û be şew bîxate ser çawî bîbestê çak ebêtewe.

- ełên: eger yekêk mû le pencey hat «binêştetał» legeł «sabûnî řeqî» sabûneke wird bikirê û pêkewe bikirên be me’cûn lêy nên çak ebêtewe.

- ełên: şîrî espenax û şekir têkeław bikirên û bixurên jane ser la eba.

- ełên: yekê mîzî bigîrê espenax be kałî bixiwa mîz gîranekey la eçê.

- ełên: yekê gerû û mełaşûy jan bika gyay espenax be kałî bixiwa řizgarî ebê.

- ełên: yekê şengesûre û zerdewałe pêwey bida espenax bikułênin û bîxene ser şwênekey çak ebêtewe.

- ełên: yekê dumełî lê hatbê her dergay nebê hendê espenaxî kuławî bixrête ser zû dergay ebê.

- ełên: xwardinî gyay espenax bo nexoşî sing û werem û tay giran û tînwêtî zor bekełke.

- ełên: yekê sipłî hebû xoy le xwardinî espenax biparêzê.

- ełên: gyanleberî geř le her kes bikewê ew kese temenî kurt ebê.

- ełên: yekê xewî dî ba be şew neygêřêtewe, eger yekêkî way dest nekewt ke bizanê çon boy lêk edatewe leser awêkî řûnak û pak bîgêřêtewe.

- ełên: awî debaxane û awî nêrgele biřêjrête małêkewe ke cadûy tya kirawe caduweke betał ebêtewe.

- ełên: kuřî mindał bixrête bawşî bûkewe noskey ew bûke kuř ebê.

- ełên: kiław be hełgeřaweyî û gesk leser ser danan xirape û şûmî dênê.

- ełên: yekê eger gwêy řastî biziringêtewe ewe basî eken, eger gwêy çepî biziringêtewe ewe goř bangî eka.

- ełên: eger yekê xoşewîstekey le wiłatêkî dûr bû hîç xeberêkî nebû ser le beyanîyek biçête ser sê řyanêk sê berd fiřê bida be nyazî hewałêkî xoşî xoşewîstekey paş ewe gwê le hatuçûkeran bigrê. yekem şit ke gwêy lê ebê eger şitêkî çak û xoş bû ewe xoşewîstekey mawe û le xoşîdaye, xo eger gwêy le şitêkî xirap bû ewe xoşewîstekey le naxoşîdaye ya mirduwe!

- ełên: hewr bo leş sûtaw azarî zor ebê.

- ełên: pêstî simore bikirê be kîse pare ser be řizq ebê.

- ełên: êskî pepûsuleymane bixrête naw kîsey parewe, ew kîse parey lê nabřê.

- ełên: yekê tûşî kokeřeşe bibê şîrî kerî bidrêtê çak ebêtewe.

- ełên: le řêwbana eger mar çawî biřîye afretî sikpiř, ew sike kuř ebê.

- ełên: ke ba zor bû taze bûkêk biçête serban «bagirdên» êk řast bikatewe bayek ewestêtewe.

- ełên: ke baran nebarî beydaxî dar şexsêk bênin û lenaw bîrêka řay westênin û paşan berd bixene naw bîreke baran ebarê.

- ełên: ke bê baranî bû pyawçakêkî lexwa tirs bigirin û bîxene ḧewzewe baran ebarê.

- ke baran nebarî lew wiłatî kurdewarîye bûkebebaranê eken:

bûke be baranê eweye ke mindałan darêkî dirêj dênin û çîtî zerd û sûrî pêwe ebestin û be małana esuřênewe. ke çûne her małêk kabanî ew małe dênê le serewe aw epirjênê le bûke be baraneke û dest eben şitêkîş eden be mindałekan. herweha dênin le małekan «derzî» ş eden le bûkebebaraneke ta em mindałane geřek ya gundeke tewaw eken ya nayken baran dest eka be barîn, ta baraneke ebarê bûkebebaraneke le ber aw lê pirjanî małekan be tewawî teř ebê. mindałekanîş ke eçne ber dergay xełk em besteye ełên: le hewraman ełên:

ya xwa waro pey xeley
gîwaw bizîw pey geley

le wiłatî hewlêr ełên:

heyaran, meyaran
yaxwa bibarê baran
genmî ḧesen û ḧuseynan
hemû qiřbûn le tênan

le wiłatekanî tir ełên:

henaran, menaran
yaxwa dakate baran
genim û co bê bo şaran
kesman nemrê le birsan