seba dwênê le wextî nîweřoda qaqezî hanî

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 2 minutes  539 views
seba dwênê le wextî nîweřoda qaqezî hanî
le piştî zerfekey nûsrabû: bo bêxudPen name, sulêmanîNamed-Entity
ke zerfim kirdewe çawim be îmzay serwî «nûrî» kewt
wekû bulbul xeyałim kewte ser ewcî ẍezelxiwanî
lepaş ḧemd û senaw şukir û supasî ḧezretî bêçûn
lepaş sełwat û teslîmî şefî’î ummetî canî
witim: ey xetit û xamet mîl û surmey çawî mehcûran
witim: ey boyî namet boyî camey mahî ken’anî
gelê ebyatî tazet nardibû bo min ke bîbînim
le ewweł metłe’a mezmûnî axir meqte’im zanî
le lefza şî’rekanit ger tewaw bûn wek qedî mewzûn
le me’nada bełam wek kirdewey xot bûn be nuqsanî
lebatî şî’ir û mî’rî farsî û kurdî ebê carê
xerîkî derz û dewrit bî ke mindałî debustanî
dexîlit bim le ḧusnî xulq û se’ya qet nekey sistî
ke se’î û ḧusnî xulqî xełqe emřo ba’îsî nanî
le kulbey dîdema ger meylî řeqqaset nema, nûrî
le cergey sînema ger sînema basî nema, canî
xuda nakerde pendî min eger wek duř le gwê negrî
heta řojî qyamet her peşîman û peşîmanî
eger janî weha nebwaye řomatîzmekey qaçim
ehatim ḧefteyê bo zyaretî beẍdaLocation be mîwanî
řuwew beytî xuda xałit ełê da’îm leser bermał
le wextî paş û pêşî nwêjî êware û sibeynanî
xudawenda be cahî xoşewîstî xot bedûrî key
le asîb û beła, em xuşkezayem, xoy û xizmanî