feqê şête hebû lew binarî hełebce û şare...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  566 views

feqê şête hebû lew binarî hełebce û şarezûreda bewewe girtibûy ke bizanê ewe her ełên hîç hîç, hîç, çîye? her çende egeřa û eypirsî hîçî bo der ne’ekewt; her şitêk to bîgrî le astî xoy şitêk bû. hîç şitêk nebû ke şit nebê.

řojêk her le hełebce be lay kelaweyekda têpeřî her wa le xoyewe. serî kêşaye kelawekewe. ke seyr eka wa kabrayekî gijin nîştuwe be ber kerêkewe! lêy pirsî: ewe çî ekey? kabra witî: hîç. emîş witî: ha! ewe êste zanîm hîç yanê ker gayn!