kabrayekî xoşnaw çûbuwe musił hîç carêk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  522 views

kabrayekî xoşnaw çûbuwe musił. hîç carêkî tir musłî nedîbû. ke geřayewe bo wiłat, xizim û kesukar dewryan da û basî muwsiłyan lê pirsî: çone çon qise eken. witî: be xuday babim hemû be ḧarbî qisanî deken. tenha nwêjekeyan nebê be kurdî deyrên. çi biřan kurdî gutin be ser zaryana nayet!