carêk dû kabray zêbarî lew wiłateda le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  458 views

carêk dû kabray «zêbar»y lew wiłateda le çołêka tûşî cûlekeyekî çerçî ebin. eygirin û tifeng leser singî da’enên. pêy ełên: seye musłiman be. cuweş le tirsî gyanî xoy ełê: ezbenî! çi dibêjim ez ḧazirme, ez nizanim çi bêjim? kabrakanîş fikir ekenewe her çend eken nazanin çon musłimanî ken û be çî musłiman ebê. le axra pêy ełên: cuwe! heře lay melay ziřgiwêzî, ew dibêjîte te. ewîş ełê: ezbenî! be ser çavan, ez nûke diçim likin melay wî çi gut ez dibêjim.

ewanîş ełên: başe û beřełay eken! cuweş le batî ewe biçête lay mela ziřgiwêzî eçêtewe bo małî xoy!