mela miḧemedî ewêhengî hibû pyawêkî weha...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  617 views

mela miḧemedî ewêhengî hibû pyawêkî weha bû; ewî pêyan butaye dinya û dîndarî tuxnî ne’ekewt; tenanet çwar pênc mindałî wirdełey hebû damaw û řût û qût û perêşan bûn, emîş her be diłya ne’ehat. xwardinî here xoşyan eger bibuwaye le pesawer bû; eger neşbuwaye hîç.

seyd ’ebdulḧekîmî xaneqî lêy epirsê: mamosta arezûy here berizit le dinyada çîye? ewîş ełê: tozê tûtin, sebîlêk û kemekî pûşû. seydîş ełê: eme çon arezûyeke? pêy ełê: kuřî xom leme zyatir beş naka. (mebestî ewe ebê ke dił û mêşk bo karubarî dinya natwanê lewe zyatir erk hełbigrê!)