fetaḧî şenbe hebû pyawî şêx ře’ûfî tał...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  532 views

fetaḧî şenbe hebû pyawî şêx ře’ûfî tałebanî bû. řojêk şêx fetaḧî tałebanî eçê bo małî şêx ře’ûf û le dîwexana da’enîşin. zor tînûy ebê be fetaḧ ełê: fetaḧ eger tînûm bê çîm bo dênî? awxorîyek awit bo dênim. ełê: eger têrim nexwardewe? ełê: awxorîyekî tir. ełê: eger têrim nexwardewe? ełê: awxorîyekî tirit le setłeke bo dênim. ełê: dîsan eger têrim nexwardewe? ełê: setłeket bo dênim le berdemta day enêm. ełê: eger beweş her têrim nexwardewe? ełê: emca etbeme ser ḧewzeke û dû fîket bo ekem. ewîş ełê: eme heqî xoyetî!