sałêk le beẍda bend û barêk dakewtibû be...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  518 views

sałêk le beẍda bend û barêk dakewtibû be zimanî beẍdadîy eyanut: kurd û ’irb fird ḧizam, mebestyan ewe bû ke kurd û ’ereb bûn be yek û qołyan kirduwe be qołî yeka û wekû biłêt yek piştênin û yek bergeyan heye; wate her dû gyanyan heye û le yek bergidan.

kurdêkî «bawe canî» lew serdemeda be cil û bergî kurdîyewe řêy ekewête beẍda. yekê le gîrfanbiřekan eçê baweş eka be milya û qoł eka be qołya û maçî ekat û pêy ełê: kake! to le kin min bere, min û to yek ḧizam, kurd û ’ereb dû bira, xoş şîr dayk yek, to le min bere!

bem qise xoşane eyxafłênê û paşan kabray bawecanî 27 dînar û 750 filsî pê ebê lêy edzê û boy der’eçê.

katê kabra ke pêy ezanê parekey nemawe, tê’ega kabray bira ’erbekey lêy dizîwe. hîçî bo nemabuwewe eyut: ey bikem we qing dayk xot û kurd û ’ereb dû bira xoştewe! bawe ḧîze wew zwane bê feřyeyewe hat we lamewe eyut to le kin min bere ke çî lejêr yek piştênewe parekey dizîm. ey bikem we qing daykitewe bo xot û bo dû bira xoştewe! dewît bawkey xwanenase ey bikem we qing em birayetîyewe!