îngilîz taze wiłatî dagîr kirdibû emîn ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  556 views

îngilîz taze wiłatî dagîr kirdibû «emîn begî qamîş» ekirê be qa’îmqam le çwarta. xeberyan daye ke wa

«ḧakmî syasî» eçê bo ewê û pêyan wit ke carçî bixate naw şarî çwartawe bo ewey cař bida naw şar pak û puxte bikenewe ewîş witî: carçî bo çîye? emin xom çîme? her kirdî be geřekekeya û çuwe ser baneke û bangewazî kird: ho xełkî çwarta! sibeynê ḧakmî syasî îngilîz «tobłyot» naw dêt bo naw dê. be emrî ḧeme begî ḧacî řesûł begî mudîr mał, gwêlkołan bibestinewe, ber mał û kołan pak bikenewe. ewey neyka her be emrî ḧemed begî le dayelêy ekutim. emîn beg!