fayeq bêkes carêk dewrîyek yaprax le ber...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  617 views

fayeq bêkes carêk dewrîyek yaprax le berdemya bû be kwêre kwêre û befîzêkewe eyxiward. ’ezîz efendî qamîş hebû eçê be serya pêy ełê: fayeqe kwêr ewe çî exoy? ewîş ełê: boye. ełê boye yanê çî? min ełêm çî exoy? ełê: ’eze! dirêjey mederê min le kurtî eybiřmewe to ełêy çî exoy? min ełêm yaprax. ełêy beşim bide. ełêm naydem. ełêy bo çî? ełêm boye!