her mela meḧmû gêřayewe witî çûm bo xiz...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  565 views

her mela meḧmû gêřayewe witî: çûm bo xizmetî şêx meḧmû maynêkî řeşborî çakim hebû swarî bibûm. mayneke caş êstirêkî hebû, leber cwanî û leber çetûnî le mała witim gilî bidenewe û meyełn bikewête şwên mayneke. min beřê kewtim ewanîş caş êstiryan gil dayewe. bełam caş îstir bebê daykekey oqrey negirt leser dîwarekewe bazî dabuwe kołan. ewendem zanî be çwar nałe wekû ba ehat ta geyşit be daykekey. îtir taze kełkî gêřanewey biřa.

witî ke çûm şêx dû řoj gilî damewe. witî ewende min îxlas û biçûkî şêxim hebû ewîş ewende lutfî legeł min hebû. leser sê řoje ya ’erzim kird qurban îtir eçmewe, ewîş îznî dam. swar bûm, hat be řêy kirdim, ’erzim kird: qurban min řayey ewem nîye fermûy: xot şêt meke, to kuřî ḧacî mela řesûłît. ḧacî mela řesûł xelîfey kake ḧemed buwe.

witî min wa beser maynekewem û şêxîş řawestawe. caş îstireke be dewruberî maynekeda dêt û eçê. şêx destêkî da le kefełî û fermûy: mela meḧmû eme caş îstirî çake. ’erzim kird: bełê qurban. destêkî tirî hênayewe be kefełya û fermûy: be řastî caş îstirêkî zor çake. min her ’erzim kird: bełê qurban înca fermûy: mela meḧmû eme le xote? minîş ’erzim kird: qurban şêx zadeye. destî kird be pêkenîn fermûy: be xwa bê ḧeyayt! înca îtir fermûy: de biřo xwa ḧafîzit bê.