îngilîz paş şeřî gewrey yekem hate ’êraq...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  635 views

îngilîz paş şeřî gewrey yekem hate ’êraq û kurdistanewe. le wiłatî silêmanî şêx meḧmûd gîra, be dîl bira bo hindistan û paşan hênayanewe. ḧacî mela se’îd kerkûkîzade hebû le silêmanî yekêk bû le pyawe gewrekanî silêmanî û qisey ebîstira. legeł şêx meḧmûdîş beynî řêk nebû. ke bîstî wa şêx meḧmû dêtewe bo silêmanî û be ḧukmiřanîş dêtewe, be kuřekanî ełê: mał barken û silêmanî çoł ken, hîç lêy řamewestin. ełên: bo çî? ełê: ełên îngilîz serbexoyî eda be kurd. ełên: babe şitî wa çon ebê? ełê: kuřim îngilîz kafre, day; day, kê heye řêgay lê bigrê? de xêraken mał bar ken ta neydawe!