carêk kabrayekî bełxeyî legeł kabrayekî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  541 views

carêk kabrayekî bełxeyî legeł kabrayekî ’ebabeylêyî le bełxewe dên ’ebabeylê. bełxe hencîrî zor çakî heye. bełxeyyeke her le małewe piř gîrfanî eka le hencîr û beřê ekewn. kabray ’ebabeylê le pêşewe eřwa bełxeyyeke carcar le helêka hencîrêk le gîrfanî derdênê û ey tepênête demî. emîş leber ewe ke ezanê ew hencîrî pêye û be dizî emewe eyxiwa û waş ezanê ke em pêy nazanê carcar layekî bo ekatewe, ewîş bo ewe em pêy nezanê bay eda û lûlî eda û qûtî eda û milî gezê dirêj ebêtewe! le encama pêy ełê: erê bira em gerûy towe bû be çî? hemane bê her edřê, meşke bê her edřê eger dû denk le hencîreket bidey be min û ewî tir be bê tirs û lerze be hemû serbestîyekewe xot bîxoy baştir nîye? kabra emca ezanê ke pêy zanî, naçar beşî eda!