kwêxa yusfî tawegozî le pişte le lay şê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  567 views

kwêxa yusfî tawegozî le «pişte» le lay şêx necmedînî byare ebê. em kwêxa yusfe pyawêkî pyawane û kuřdar û dest řoyştû bû, xoy le berey mela ebûbekirî musenf (misinf) ezanî.

mixe nawêkîş hebû řûtełe û bêfeř bû. eçête lay şêx necmedîn pêy ełê: ya şêx minîş tawegozîm û leberey mela ebubekirî musenfim. toyş şayetî ewem bo bide ke minîş wekû ewan seydim. kwêxa yusif lem qiseye tûře ebê û ełê: erê mixe pîs ewe to êjî çî? seyd ewê nawçewanî nûranî wê, nawqed barîk wê, dest û pencey toy qełemî wê, to le kwê, ewî we seyd? seruşkiłit êjî meymûne qingit ewende firawane baweşê bełmî pya eçê, axir to key ewî we seyd?