le zemanî kake ḧimedda cûlekeyek le ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  530 views

le zemanî «kake ḧimed»da cûlekeyek le silêmanî «xwace mûşê»y naw bû. kake ḧimed xoşî ewîst, le geřekî gawranîşa pyawêk hebû

«ałtûn efendî» naw bû. gawir bû. kake ḧimed ewîşî her xoş ewîst, hatuçoy kake ḧimedyan ekird û zor diłyan pêwe bend bû.

řojêk xwace mûşê û ałtûn efendî le lay kake ḧimed ebin, bû be demeqřeyan leser ’îsa û mûsa. xwace mûşê ełê: mûsa gewretre, ałtûn efendî ełê: ’îsa gewretre. le encama ałtûn efendî ełê: xwace mûşê; emey pê nawê ḧezretî ’îsa her le bêşkeda qisey ekird; ke çî mûsa le temenî çil sałîda eyut xwaye zimanim bikerewe û qisem cêy xoy bigrê. eger biřwaşim pê nakey ewe ḧacî ḧimed temaşay qur’anî ḧezretî miḧemed bika bizanê emey min eyłêm heye lewêda yan na?. beme bořî xwace mûşê da û cûkey lê biřî.