eḧey kiřnû le silêmanî şerbetî mêwjî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 6 minutes  763 views

eḧey kiřnû le silêmanî şerbetî mêwjî dirust ekird. carêk sê bar mêwjî řeşkey le kabrayekî caf le şarbajêř kiřîbû be nozde taranî. parekey nadatê û ełê: sibeynê ke hatîtewe bo hořekan parekeşt edemê. le sibeynêda kabra dêtewe bo pare û hořekan. xałe eḧmed hořekanî edatê û ełê: be xwa fiłanî kîse parekem le małewe be cê hêştuwe natwanim dûkanekeşim becê bêłim, sibeynê werewe parekeşt edemê, carê hořekanit bigre. kabra naçar lê eda eřwa û sibeynê dêtewe ełê: xałe eḧmed hatûmetewe bo pareke. ełê: yaxwa be xêr bêytewe ha ewe şerbetê bixorewe carê, paşan pêy ełê biço gwêdrêj û şiteket bêne û lêre pare û hemaneket werbigre û biřo. hemanekeşî pê da’enê, ke kabra eřwa, em dûkanekey becê dêłê û eřwa. kabra be sê gwêdrêjewe le ber dûkanekeda řa’ewestê û řêgay bazařeke egrê. xałe eḧmedîş dyar nîye ewa řêga û banîş kerekan girtûyane. her kes ehat destî ekird be cinêwdan be kabra ke bo çî naw řêgakey girtuwe. ewîş eyut: bo çî cimên eden? mêwjim firoştige we xałe eḧmed, parekey nedagmesê, dwênê hatim şerwetêkî damê - we quzłiqurtim wê - beyanî bêrewe lêre parekeşt wer bigre û yek řê biçorewe. ew witî kerekanîşt bêre hemanekeşî lê gil dagmesewe, ewa êste hatgim ke çî ew lêre nîye nazanim bo kwê milî şikandige.

eme ełê û heçe eka le gwêdrêjekanî û berewdiwa eyangêřêtewe û her ełê: heçe bikem we qingî daykî ew kawraye ke wa le xełkî eka. ya bêje kawra to bo çî destî xełkî ewřî?

ew eřwa û eḧey kiřnû dêtewe ser dûkanekey. lay êware kabra her xoy tenya dêtewe. xałe eḧmed eçê be pîryewe û xoy lê tûře eka û ełê: ewe to le kiwêyt le beyanîyewe çaweřêt ekem her dyar nebûyt. parekem daye dest ew kuře kebabçîye ke le beranbermeweye bot bênê biço lêy wergire. hendê doyş ekate naw hemanekey û lêwarekey eda be doşawewe û ełê: eweş doşawe kirdûmete naw hemanekewe bîbewe bo mindałekanit, lew şarezûre doşaw tasuxe. kabra witî: xwa řawestawit ka û lêy da çû bo dûkanî kebabçî.

ke řûy kirde dûkanî kebabçî şagird wa ezanê mişterîye wihatuwe, witî: fermû kake, emîş bebê qise çû danîşt û dû lûle kewawyan le naw lewaşeyeka bo hêna, witî: em ’ezêtet bo kêşa û destî kird be xwardinî. ke lê buwewe hesta çû be lay şagird kebabçîyewe, witî: kake pareke ke xałe eḧmed pêy dagî bimdeytê, bimderê ba biçmewe wa şew dahat. ewîş witî: bira parey çî bêne parey kebabeke bide. witî: bira parey kebabî çî to xot netut fermû? berdit lê warê awa mîwandarî eken? kuře witî: kure mîwandarî çî û parey xałe eḧmedî çî, bêne parey kebabeke. lem qiseyek û lew qiseyek. bû be şeřyan, yek dû şagirdî tirîş lêy ko bûnewe destyan kird be lêdanî û be dawakirdinî parey kebabeke. emîş her ełê: kuře dewît bawik parekey xałe eḧmed ke dagye pêt bimderê gû we řîş bawkitan şarî, bo xotan û mîwandarîtan! yekê le şagirdekan camanekey leser kirdewe û birdî le batî parey kebabeke; yekêkî tirîşyan hemanekey le dest send û małî be serya, bo çi hemane doke neřjî be ser û řîşya! bem core lêk bûnewe şew dahat.

kabra be serî bê camane û řîşî dowawîyewe geřayewe bo xaneke bo lay wiłaxekanî. her eyut bikem we qing daykitewe eḧey kiřnû heta řojim lê ewêtewe. lew laşewe ke xałe eḧmed emî bemcore deseser kird dûkanî xoy hełgirt û çuwewe bo małewe.

beyanî ke řoj buwewe kabra çuwewe bo ber dûkanekey xałe eḧmed. xałe eḧmed le dûrewe hat be pîrîyewe û destî kird be cinêwdan pêy, witî: kabra to bo le naw xełka ḧeyay minit birduwe ełêy parey xwardûm, pare key exurê? to lûle kebabit xwarduwe ya min parem xwarduwe? erê xełkîne kebab exurê ya pare? ere ewe bo le xwatirsêk nîye bênê şer’î min û em kabraye bika?

xełkêkî zor lêyan kobûnewe, paşan xałe eḧmed witî: xełkîne min sê bar mêwjim lem pyawe kiřî be nozde qiřan waye ya wa nîye? kabra witî bełê wase. witî: nozde qiřanekem dabuwe dest ew kuře kebabçîye boy ewîş çû kebabî xward, witî: kebabit xward ya netxiward? witî: bełê xwardim we quzełqurtim wê! witî: ey îtir çît lêm ewê? min parem řoyştuwe ke çî toş serbarî deng ekey û ełêy parey xwardûm. erê xełkîne êwe eger dînîştan nîye bo xwa qise biken. pare çon exurê? êsteş min leber xatrî dostayetî carêkî tir parekey her edemê ewey řoyştuwe, bełam be carê natwanim bîdemê be sê car eydemê; her ḧeftey carê. kabra witî başe.

emca xałe eḧmed witî: ḧeftey yekem beşêkî, ewe çende? witî ewe şeş qiřan. witî ḧeftey dûmîş şeş qiřan. ewe çende? kabra witî ewe dwanze qiřan. witî ḧeftey sêyemîş şeş qiřan, ewe çend? witî ewe hejde qiřan. witî: ha řeḧmet le bawkit mayewe çend? witî mayewe qiřanêk. witî a eweş qiřaneke û xwat le geł îtir bo çî ḧeyat birdûm her ełêy parey xwardûm? ewe her nozd qiřaneket wergirt îtir çît ewê? wertigrit ya werit negirt? ewîş ełê: bełê werim girt xwa le birayetî kemit neka. witî we do’a û lêyda řoyşit be take qiřanîyekewe, bełam ew lay wa bû her nozde qiřanekey wergirtuwe!