kabrayek hebû le silêmanî xepeyan pê ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  701 views

kabrayek hebû le silêmanî «xepe»yan pê ewt; kabrayekî şêtî behêzî heta biłêy zil bû. kiftey silêmanî be nawbang bû, jinan le małan xepeyan bang ekird bo ewe goştî kifteyan bo bikutê. xepeş be temay kifte xwardin serî be hemû małêka ekird. jinan ke xepe bew şan û qołewe goştekey bo ekutan, ewanîş dewa widermanyan tê ekird û eyanxiste ser menceł, be xepeyan ewt: xepe zor hîlak bûyt biço tozê bo xot binû biḧesêrewe. xepeş eyut: başe û eçû enûst. ta ew le xew heł’esta kifte pirzołîş ne ema. xepe qet be ’emrî xoy kifteyekî nexward!