mamosta derwêş ’ebdułłay cebarî hebû le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  928 views

mamosta derwêş ’ebdułłay cebarî hebû le medresey îsîkî kifrî mudîr bû. hatuço le beynî beẍda û ewêda be şemendefer bû. řojêk le beẍda eçêtewe bo îskî kifrî, le naw şemendeferekeda legeł pyawêk ebin be řefîq û řêgay şemendefer be qise ebiřn. zortir le qisekanî derwêş ewe ebêt ke qise be tałebanî ełê û leser ew şêweye eřon ta egene îstigey kifrî û lewê her dûkyan da’ebezin. lewêda derwêş lêy epirsê: bira min û to yektirîman nenasî? kabraş ełê: bira min le ’eşîretî tałebanim. derwêş waqî wiř’emênê û hîçî bo namênêtewe, ełê: hey nacnisî xwagirtû! to ke tałebanît boç zû dengit nekird ta min em hemû cinêwem nedaye? beme îşekey xoy pîne eka û herdûkyan dest eken be pêkenîn.