ewřeḧmanî xame le silêmanî sałî serma û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  737 views

ewřeḧmanî xame le silêmanî, sałî serma û befre zoreke mîwanêkî xełkî ew şarezûrey bo peyda ebê. şewê zor sard ebê kabra ełê: xałe ewřeḧman fire sarde şitêk nadey we serma? xałe ewřeḧmanîş heł’estê ḧesîre şiřêk lew naweda ebê pyaya eda. paş tozêk kabra ełê: bexwa kake ewřeḧman her fire sermame bełkû lêfeyekî tirim pyadey. kake řeḧman peyjeyek le naweda ebê peyjekeş le batî lêfe leserî da’enê!

kabra ekewête çoqeçoq ełê: kuře bêfeř kuřî xame sineyî! mirdim le sermaya lêfeyekî tirim pya de. emca heł’estê ew řoje małî dirawsê hatbûn cilyan şitbû swênekey her wa piřî bû le aw, şwêne heł’egrê û leser peyjekey da’enê. kabra ekewête cûłecûł, swêne û peyjeke elerênêtewe û awekey eřjête ser ḧesîreke, leser ḧesîrekewe diłop diłop ber ebêtewe ser kabra. ke eme ebînê lay waye ’ereqî kirduwetewe ełê: xałe ewřeḧman ’ereqêkî firem kirdigeso, pyagetît bêt lêfe sergekem le ser lawe, fire ḧałim xirawe!