mistefa begî kerîm begî caf û meḧmû begî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  850 views

mistefa begî kerîm begî caf û meḧmû begî řeza beg - ke xizmî yek bûn - be tirumbêlêk le kelarewe dên bo xaneqîn. pyawêkîşyan le geła ebê, sipłotêkîş her le tirumbêlekeda ebê. le řêgada mistefa beg dest eka be hore kirdin. be qisey ’elî begî řeza beg dengîşî zor naxoş ebê. her ke ew dest eka be hore kabray pyawe ke legełyan ebê xuř xuř aw be çawya dête xwarewe. meḧmû begîş her ełê: mistefa beg besye bîwřewe! mistefa begîş her naybiřêtewe. le encama meḧmû beg ełê: mistefa beg to řeng bê giryanî em kabraye destî biřîbît û wa bizanî le ber dengixoşî to destî kirduwe be giryan? wa nîye, bew sey xelîle leber ewe egrî êjê ca eme her lêrewe ta xaneqîn min gwêm lem denge naxoşe bê xo pêşekeşim naçête xaneqîn. îtir mistefa beg bêdeng ebê!