carêk kabrayekî xuřxuřeyî zor naşîrînî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  677 views

carêk kabrayekî «xuřxuřeyî» zor naşîrînî, zorxor, bo sepanî řêy ekewête wiłatî bane û eçête dîwexanî ḧeme xanî bane. le katî nan xwardina kabra şanî lê tund eka û dest eka be xwardin. lew wiłatî kurdewarye sepan be xwardin taqî ekenewe, eger zor bixiwa ewe îşker û sepanî çake, bełam xwardinî em kabraye le wize derçûbû way lê hatbû ḧeme xan çûbuwe seyrî. lew kateda ḧeme xan lêy pirsî: kabra to xêzanit çende? ełê: qurban no kiçim heye. ełê: ewan cwantirin ya to? ełê: qurban min lewan cwantirim, bełam ewan le min zor xortirin!