kabrayekî mukiryanî eçû bo bîcar le ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  773 views

kabrayekî mukiryanî eçû bo «bîcar». le nizîk şarekewe tûşî kerwêşkêk bibû girtibûy û birdibûye naw şarekewe û lewê birdibûye bazařekewe bîfroşê ewanîş bêzyan le kerwêşk dêtewe. be her cor bû kabrayekî sunnî mezhebî lê peyda bibû bo kiřîn. her şitêk lew şare bifroşraye ebuwaye řesmî ḧukumetî lê bidraye. qoçançî wîstî le qoçanekeda nawî em kabraye binûsê, le dełałekey pirsî: nawî çîye? witî: ebûbekir. nawî bawkit çîye? witî: ’umer. nawî bapîrit çîye? witî: ’usman. kabray qoçanîş herwa seyrî dekirdin, le encama be dełałekey wit: em dirêj dadřîyey nawî, çî binûsim? dełałeke witî: hîç eme gûyek bû xwardî, binûse xawnî kerî dêz!