jinêk carêk eçête lay qazîyek şikat le mê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  775 views

jinêk carêk eçête lay qazîyek şikat le mêrdekey eka, ełê: min hêşta leser heřetim û em mêrdem ḧeqî xomim nadatê. qazî řû le pyaweke eka û ełê: biram to ełêy çî? ełê: qurban min ewey le taqetma bê dirêxî nakem. jine ełê min şewê le pênc car kemtir qayl nabim. qazî ełê: bira to çî ełêy? ełê: bexwa qurban cenabî qazî min le sê car zyatirim pê nakirê. qazî ełê: şitêkî zor seyre, de’wayek nebû bikewête lay min ’ezyetêkî bo min tya neyełnewe! biřo daykim, duwekey tir le estoy min!