kabrayekî menguř hebû bekirî naw bû ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  817 views

kabrayekî menguř hebû «bekir»y naw bû. leber ewe diłteř bû hemû core qiseyekyan lêwe ekird. řojêk melakeyan pêy ełê: mam bekir ewa kewtîne naw sałewe. îtir řû bikere xwa û tobe bike; biço ḧecêkîş bike ba xwa hemû gunaḧêk bişwatewe. ewîş witî: mamosta řû le xwa kirdin başe û hemûy ekirê bełam bo ḧeceke parem nîye. mamostaş witî: to her xotît kes be şwêntewe nîye, xanûyekit heye bîfroşe û be parekey biço ḧec bike. ewîş witî: ke eçim bo em ḧece ya dêmewe, ya lewê ebim. eger hatmewe le kwê danîşim, eger nehatmewe xwa pêm nałê hey kerî kuřî kerî segbab! xanûy xotit firoştuwe û hatûy le qingî xanûy mina danîştûy? yałła bo derewe? mamosta îtir demî bû be tełey teqîwewe!