le qisey gwê agirdanî kurdaneye ełê car...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  731 views

le qisey gwê agirdanî kurdaneye ełê:

carêk mişkekan ko bûnewe û wityan: eme çi ḧałêke ême hemane be dest pişîlewe? eger ême hezarêk bîn her legeł pişîleyekman lê peyda bû bew la û bem lada lał û pał lêman exa û hîçman legełî pê nakirê ba îşêkî wa bikeyn bełkû tozê le xemî řizgar bibîn. lew řuwewe her yekeyan qiseyekî ekird û her keseyan řawêjê, le encama hatne ser ewe wityan: bênîn zengêk bikeyne mil pişîle. her ke cûłayewe û wîstî bêt belamana zengeke dengî dêt û ew wexte her yeke be layeka řa’ekeyn. hemû ew qiseyan pesend kird û wityan qisey çake û leser eme biřyaryan da û wityan: îtir le bełay bêwey ebîn. leser eme manewe tenha mayewe ser ewe ke kê biçêt em zenge bikate milî pişîle. ke geyşte êre, hemû aş betałyan lê kird û biław bûnewe.