kabrayekî mamşî hebû mam wisûy naw bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  762 views

kabrayekî mamşî hebû mam wisûy naw bû. kîjêkî zor cwanî hebû her kes ehat ney edaye, eyut min em kîjem ne be jinî edem ne be małî dinyay edem. pirsyarêkim heye. her kes wiłamim bidatewe eydem bew kese. pirsyarekeş ewe bû eyut: aw katê ke eykene menceł û eyxene ser agir dest eka be qułte qułit û kizekiz, ełê çî?

herkes ehat daway kiçekey ekird em pirsyarey lê ekird ewîş ney’ezanî wełam bidatewe bo xoy eçuwe dwawe.

her lew dewre le gundî «sîsawê» pyawêkî tir hebû mam homerî naw bû, kuřêkî hebû «pîrot»y naw bû. pîrot zor law çak bû diłî le kiçî mam sû sendibû ewîş diłî be kiçewe bû. bełam ney’etwanî biçê daway bika, çunke wełamî pirsyarekey ne ezanî. řojêk çuwe bin dest kiçekewe pêy wit: eger to minit ewê, bełkû îşêkî wa bikey ew wiłame be bawkit derxey û be min biłêyt. kiçeke witî: başe. kiçe destî kird be xizmet kirdinî bawkî. xizmetêkî wa ke be carê diłî bawkî send û bawkî hemû car do’ay xêrî bo ekird. řojêk kiçeke witî: babe eger minit xoş ewê ew wiłame çîye wa her kes dêt daway min eka û to pirsyarêkî lê ekey û ew nayzanê wiłam bidatewe. bawke witî: kiçim lewe geřê, daway her şitêkî tir ekey bike daway ewe meke. kiçe maweyek lê geřa û dîsan heman daway lê kirdewe ta le encama pêy derxist witî: kiçim ewe ew awe ełê heriştê ke kirdim xom be xomim kird; eger min neçûmaye awî ew xełfe daranem nedaye wa bew core gewre ne’ebûn û paşan ne’ehatin bibin be agir û kispe le cergimewe bînin!

kiçe çû em wiłamey be pîrotî dezgîranî wit. le paş maweyek pîrot be bawkî wit: ke biçêt daway kîjey le mam wisû bo bika. bawkî witî: ca řołe mam wisû dyare kîje be kê eda; bew kesey eda ke wiłamî pirsyarî bidatewe. witî: to biço eger ew mercey girt biłê kuřekem wiłamit edatewe.

be naçarî mam homer çwe lay mam wisû witî: ebê pîrotî kuřim bikey be kuřî xot. mam wisûyş witî: mam homer to xot ezanî min temay dinyam nîye, kiç bew kese edem ke wiłamî pirsyarekem bidatewe. mam homer witî: pîrot dêt pirsyarî xotî lê bike, eger wiłamî daytewe kîjekey biderê eger neydaytewe hîç. mam wisû witî: başe.

mam homer pîrotî kuřî nard. mam wisû witî: řołe to kîjî minit ewê ebê wiłamî pirsyarim bideytewe, pîrotîş witî: mam wisû pirsyar bike. mam wisû witî: řołe aw katê ke eykene menceł û eyxene ser agir dest eka be qułtequłit û kizekiz, ewe ełê çî? pîrot witî: mame ewe ełê her şitê ke kirdim xom be xomim kird; eger min neçûmaye awî ew xełfe daranem nedaye wa bew core gewre ne’ebûn û paşan ne’ehatin bibin be agir û kispe le cergimewe bînin!

mam wisû ke emey gwê lê bû witî: her şitê ke kirdim xom be xomim kird eger min be kîjekem newtaye û ew be toy newtaye wa êste kîjem le dest ne’ebuwewe. nardî melayan hêna û kiçekeyan le pîrot mare kird.