paşayek tûşî nexoşî bibû be hîç çar...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  835 views

paşayek tûşî nexoşî bibû be hîç çar ne’ekira, le encama pêyan wit: kirasî pyawêkî bextyar leberkey le nexoşîyeket řizgarit ebê. ewîş hesta kewte wiłatan bo dozînewey pyawêkî bextyar; her destî nekewt heta řojêk le deştêka seyr eka û kabrayekî şwan leser şaxêk be lay meřekanyewe danîştuwe, gałokekey kirduwe be meçekya û «bilwêr» lêy eda bo meřekanî. dinyay belawe wekû ka û ba waye. padşa witî: bextyar eger bibê emeye. hesta çû be layewe pirsîy: mamey şwane kes şik ebey le xot bextyartir û kamrantir bê? witî: eger bextyar hebê her minim. witî: ke wate kiraseketim berê le berî kem. witî: ca eger kirasim hebuwaye le kwê bextyar ebûm!