ełê be mişkyan wit to canewerêkît hawtat...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  770 views

ełê be mişkyan wit: to canewerêkît hawtat nîye le azayîda; cewał edřî, dar kun ekey, zewî heł’edřî. emane hemû bo tozê řizqî quzełqurit ke berdestit kewê. êste emane hîçî meke, a ew pişîleye - ke çawit lêye - dû bist lêtewe dûr nîye, biço mûyek le simêłî bikerewe, eme ḧew bar genme le birî bo xot werî bigre û ta mawît pêwey ejît û îtir bo kwêrewerî jyan tûşî hîç derdîserêkî tir nabît. mişkeke tozê řama û paşan serî berz kirdewe witî: be řastî kirêyeke kirêy çake, bełam řêgekey zor biveye!